Trûmp: Em ê guşarên mezin li Tirkiyeyê bikin

Serok Dewletê DYE Donald Trûmp eşkere kir ku li dijî Tirkiyeyê wê ‘gûşarên mezin’ pêk bînin.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp ê piştî gulopa kesk ji bo dagirkeriya Tirk pê kir û şûnd li ser hev li ser Twîtterê daxuyanî dide vê carê jî got: “Ji bo Tirkiyeyê gûşarên mezin’ tên.

Wezîrê Xizîneyê Steven Mnchîn anî ziman ku wê tîma Ewlekariya Netewî ya Trûmp wê vê Duşemê bicive û mijarê nîqaş bikin. Mnûchîn got: “Ji bo DYE gûşaran li Tirkiyeyê bike pir direng nemaye.”

 Muchîn bibîr xist ku Tirkiye endamekî NATO’yê ye û got: “Mijareke tevlîhev e.”