Trûmp: Eger Îran êriş bike, em ê bi tundî lê bidin

Serokê DYE'yê Trûmp bi tundî bersiv da daxuyaniyên "tolhildanê" yên Îranê ku piştî kuştina Fermandarê Hêza Qûdsê Qasim Silêmanî li pey hev hatin dayin. Trûmp got, "Eger êrişek bê kirin, me 52 hedef li Îranê diyar kirin, em ê bi lez û tund li wan bidin."

Serokê DYE'yê Trûmp bi tundî bersiv da daxuyaniyên "tolhildanê" yên Îranê ku piştî kuştina Fermandarê Hêza Qûdsê ya Mûxafizên Şoreşê yên Îranê Qasim Silêmanî li pey hev hatin dayin. Trûmp got, "Eger êrişek bê kirin, me 52 hedef li Îranê diyar kirin, em ê bi lez û tund li wan bidin."

Trûmp di ser Twîtterê de bersiv da daxuyaniyên Îranê.

Trûmp got, "Piştî ku me lîderekî terorîst ê ku Emerîkiyek kuşt, gelek kes jî bi rengekî giran birîndar kir, ku qala mirovên di jiyana xwe de kuştine nakim jî, Îran bi rengekî gelekî wêrek dibêje ku ji bo hilanîna tolê wê li hin milkên DYE'yê bixe. Ji xwe êrişî wê Sefaretxaneya me ya Bilind dikir û plan dikir ku li hin herêmên din bixe. Îran bi salan e ji bilî pirsgirêkê ne tiştek bû. Vê HIŞYARIYÊ bikim; eger Îran li Emerîkiyekî yan jî milkê Emerîkî bixe, me 52 hedef diyar kirin (52 Emerîkiyên beriya bi salan ji aliyê Îranê ve dîl hatin girtin temsîl dike), hin ji hedefan ji bo Îranê û çanda Îranê di asta bilind de gelekî girîng e. Em ê bi LEZ Û BI GELEKÎ TUNDÎ li van hedefan bixin. DYE naxwaze ku hîn bêhtir gef lê bê xwarin."