Trûmp di mijara Lîbyayê de Erdogan hişyar kir
Serokê DYE'yê Donald Trûmp der barê planên dewleta Tirk ên ji bo şandina leşkeran ji Lîbyayê re hişyarî da û got, "Ev yek wê bibe destwerdana li karên navxweyî yên Lîbyayê."
Serokê DYE'yê Donald Trûmp der barê planên dewleta Tirk ên ji bo şandina leşkeran ji Lîbyayê re hişyarî da û got, "Ev yek wê bibe destwerdana li karên navxweyî yên Lîbyayê."
Der barê destûrnameya şandina leşkeran a ji bo Lîbyayê ya Tirkiyeyê, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp hişyarî da Erdogan.
Di daxuyaniya Qesra Spî de hate ragihandin ku Trûmp dema bi telefonê bi Erdogan re axivî, mijara şandina leşkeran ji bo Lîbyayê kete rojevê. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Serok Trûmp destnîşan kir ku destwerdana biyaniyan li karên navxweyî wê rewşa li Lîbyayê bêhtir tevlîhev bike."
Di dengdanê de ya li Meclîsa Tirkiyeyê pêşnûmeya ji bo şandina leşkeran ji Lîbyayê re hatibû qebûlkirin. Biryara şandin an jî neşandina leşkeran ji bo Lîbyayê di destê Serokkomarê Tirk Erdogan de ye.
Mareşal Halîfe Haftar ku yek ji du aliyên xurt ê Şerê Navxweyî yê Lîbyayê ye ji aliyê Rûsya, Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Misrê ve yekser, ji aliyê DYE û Fransayê ve jî bi rengekî sergirtî tê destekkirin. Tirkiye û Qatar jî piştgiriyê didin Hikumeta Lihevikrina Neteweyî ya Lîbyayê.
Lê belê ev hêzên hikumeta bi serokwezaretiya Fayez es Sarac ku Tirkiye piştgiriya wan dike, tenê 7 heta 10 ji sedî yê xaka Lîbyayê kontrol dike ku paytext Trablûs û bajarên Misrata û Sirte di nava wan de ne. Hêzên ser bi Mareşal Haftar zêdeyî du ji sê parên xaka Lîbyayê kontrol dikin û xwe nêzî paytext Trablûsê kirine.