Trûmp: Di êrîşa Îranê de ti windahiyên me çênebûne-NÛ BÛ

Donald Trûmp têkildarî êrîşa Îranê ya li ser baregehên leşkerî yên DYE’yê anî ziman ku di êrîşê de ti windahiyên wan tine, ji bo Qasim Silêmanî jî got: “Me terorîstê herî mezin ê cîhanê tine kir.”

Trûmp destnîşan kir ku peymana nukleerî ya bi Îranê re êdî ‘hilweşiyaye’ divê êdî dawî lê bîne. Trûmp diyar kir ku di dema serokatiya wî de rê nade ku Îran bibe xwedî çekên nukleerî.

Donald Trûmp diyar kir ku di êrîşa duh şev a Îranê ya li dijî wan ti windahiyên leşkerên wan tine, ji ber tedbîrên girtibûn tenê ‘ziyan li amûrên wan bûne’.

Trûmp bal kişand ser bernameya nûklerî ya Îranê û got: “Heta ku ez Serokê DYE’yê bim, rê nadim ku Îran bibe xwedî çekên nûkleerî.” Trûmp destnîşan kir ku ti demê rê nadin ku Îran tehdîtekê çêbike.”

Trûmp j ibo Generalê Îranê Qasim Silêmanî yê 3’yê Çileyê kuştibû jî weke ‘terorîstê herî mezin’ pênase kir û got: “Bi kuştina wî me peyamek mezin da.”

Donald Trûmp ê li ser êrîş an mudaxeleyek ya li dijî Îranê ti tiştek ne anî ziman got: “Li ser bersivdayîneke ya li dijî êrîşên Îranê nirxandinên me didomin.

Trûmp guşarên nû aborî yên li dijî Tehranê jî ragihand û got: “Ev guşar heta ku helwestên Îranê neyên guhertin wê bidomin.

Trûmp bang li welatên din jî kirin ku ji Peymana Nukleerî vekişin û got: “Cîhan medenî bihêze û divê bi hev re peyamek bidin; êdî çav li qetilkirin û hovîtiya we nayê girtin."

Herî dawî Serokê DYE Trûmp bang li NATO’yê jî kir ku hê zêdetir têkelî Rojhilat Navîn. Trûmp got enceq piştî vê û şûnde grantiya wê dide ku ‘DYE amade ye destê aştiyê dirêjî rêveber û gelê Îranê bike.”