Trump bi rêya Twitterê hişyarî da Îranê

Gefên DYE û Îranê yên li dijî hev didomin. Serokê DYE'yê Donald Trump bi rêya Twitterê hişyarî da Îranê.

Serokê DYE'yê Donald Trump di peyama xwe de got, "Îran hay ji gefên xwe hebin. Dibe ku bi rengekî ku we qet nedîtibe li we vegere."

Tevî ku her du welatan gotin ew naxwazin şer bikin, lê belê aloziya ku zêde dibe fikaran jî zêde dike.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî heta 7'ê Tîrmehê dem da welatên ku mohra xwe danîne binê peymana nukleerê ya sala 2015'an ku sozên xwe pêk bînin.

Hasan Rûhanî diyar kir ku eger welatên Ewropî yên mohra xwe danîne binê peymana nukleerê sozên xwe pêk bînin, wê Îran jî li gorî peymanê tevbigere.

Serokomarê Îranê destnîşan kir ku heta 7'ê Tîrmehê eger sozên xwe pêk nînin wê ji nû ve dest bi karên li reaktora Arakê bikin û rêjeya ûranyûma dewlemendkirî di asta 3,67 rêjeyî de zêde bikin.

Piştî ku Serokê DYE'yê Donald Trump sala 2018'an bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerê vekişand, rewşa peymanê kete nava metirsiyê. Rêveberiya Îranê jî salek piştî biryara Trump diyar kir ku wan hin sozên xwe rawestandine.

Tehranê herî dawî vê hefteyê diyar kir ku wan rêjeya ûranyûma dewlemendkirî zêde kirine.