Trûmp betlanaya ji bo 7 welatan qedexe kir: Li balafirgehan hatin astengkirin

Piştî Serokê Dewleta Amarîkayê Donalt Trûmp biryarnameya hatina koçberan û bi vîzeyan hatina ji 7 welatina û şûn ve qebûl kir, aloziyên mezin derketin.

Donald Trûmp, bi biryarnameya ku duh îmze kir, ji bo hemwelatiyên ji Iraq, Îran, Libnan, Somalî, Sûriye û Yemenê bi navbera 3 mehan û ketina koçberan a ji hemû welatên cîhanê ji bo 4 mehan da rawestandin.

Ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û ji gelek welatên Ewropayê têkildarî mijarê daxuyaniyên ‘Bi fikarîn’ û daxwaz kirin ku biryar dubare li ber çavan re bê derbaskirin.

Li aliyê din, bi ketina meryetê ya biryarnameyê re li gelek balafirgehên DYA’yê gelek kes hatin zivirandin. Li gorî çapemeniya Amarîkayê, yên ku ji beriya niha vîze girtibû û mafê ketina DYA’yê standi, lê bi biryarnameya ku ketiye meryetê re gelek kesên di balafiran de ji balafgehan hate zivirandin.

Ji bo welatiyên van her 7 welatan yên ku ji bo ketina DYA’yê lê hatine qedexekirin, li balafirgehên welatên jê dirabin jî rê nadin ku li balafirgehan bên siwarkirin.