Trûmp: Berpirsê êrîşê Îran e

Serokê DYE Donald Trûmp ji êrîşa li dijî Sefaretxaneya DYE ya li Bexdayê Îran berpisyar dît.

Serokê DYE Donald Trûmp li ser Twîtterê daxuyaniyek da, nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî Sefaretxaneya DYE ya li Bexdayê da û Îran ji êrîşê berpisyar dît.

Trûmp wiha got; “Îran li dijî sefaretxaneya Emerîka ya li Iraqê êrîşekê organîze dike. Ji vê wê berpirsyar werin dîtin.”

Trûmp diyar kir ku Îranê Emerîkayekî bi peyman kuştiye, gelek kes birîndar kirine û wiha got; “Bi awayekî bi hêz me bersiv da û em ê vêya her demê bikin.”

Trûmp got ku ew bi hêvîne sefaretxaneya DYE were parastin. Rojava Înê li dijî baregehekî leşkerên DYE bi 30 roketan êrîş pêk hatibû û Emrîkiyek hatibû kuştin.

Balafirên şer ên Emerîkî di 29'ê Kanûnê de bombe li pênc kampên Tûgayên Hîzbûllahê yên li nava koalîsyona Haşdî Şabî barandibûn ku nêzî Îranê ne. Di encama bombardûmanê de herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Li gorî Haşdî Şabî hin kesên jiyana xwe ji dest dan fermandarên wan bûn.