Trûmp bang li Ewropiyan kir: DAÎŞ'iyên xwe bibin!

Serokdewletê DYE'yê Donald Trûmp di serî de Kralîyeta Yekbûyî, Fransa û Elmanya, bang li welatên Ewropî kir ku welatiyên xwe yên DAÎŞ'î yên di dest QSD'ê de bistînin.

Serokdewletê DYE'yê Donald Trûmp li ser hesabê xwe yên Twîtterê got, ''DYE bang li Kraliyeta Yekbûyî, Fransa, Elmanya û hevkarên wan ên din ên Ewropî dike, ji bo 800 DAÎŞ'iyên li Sûriyê girtî ne, werin darizandin, wan bibin.''

Trûmp got, ''Alternatîfeke din nîn e, an na em ê ji bêgavî wan berdin. DYE naxwaze ku şervanên DAÎŞ'ê li Ewropayê berbelav bibin''. Trûmp her wiha got, li dijî DAÎŞ'ê dema ku serfirazî mîsoger bû ew ê vekişin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî gelek caran bang li welatên biyan kiribû ku endamên çete yên welatiyên xwe bibin.