Trump axivî: Şerê bazirganiyê yê DYE-Çînê hîn neqediya ye
Piştî daxuyaniyên DYE û Çînê yên der barê bidawîbûna şerê bazirganiyê, Donald Trump got, 'lihevkirin nîne'.
Piştî daxuyaniyên DYE û Çînê yên der barê bidawîbûna şerê bazirganiyê, Donald Trump got, 'lihevkirin nîne'.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump diyar kir ku îdîayên dibêjin şerê bazirganiyê yê navbera DYE û Çînê bi dawî bûye derew in.
Trump anî ziman ku ji bo bidawîkirina baca zêdekirî ya navbera DYE û Çînê wan li hev nekirine. Trump diyar kir ku ev yek daxwaza Çînê ye û got, "Çîn ji DYE'yê bêhtir daxwaza peymaneke bi vî rengî dike."