Trûmp: Îran ti caran şer qezenç nekiriye lê muzakere jî winda nekiriye!

Serokê DYE Donald Trûmp piştî fermana kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Zêrevanên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî ya li Bexdayê daxuyaniyek nû da.

Trûmp li ser Twîtterê daxuyanî da û wiha got; “Îran ti demî şerek qezenç nekiriye lê ti caran jî muzakere winda nekiriye.”

Wezareta Parastinê ya DYE'yê ragihand 2’ê Çileyê li Bexdayê Fermandarê Hêza Qudsê ya Zêrevanên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî û Fermandarê Heşdî Şabî Ebû Mehdî el Mihendis hatine kuştin. Wezaretê ragihand ku fermana kuştinê Trûmp daye.

Trump beriya peyam bide alaya Emerîkayê parve kir.

Wezîrê Karê Derve yê DYE Mîke Pompeo piştî kuştina Qasim Silêman daxwaza nermbûna rageşiyê kir.

Pompeo bi sê tweetan diyar kir ku li hev hempîşeyên xwe yê Çînî, Birîtanyayê û Elman re civiyane û her carê ragihand ku ew dixwazin rageşiya heyî kêmtir bikin.