Trajediya koçberiyê ya li Yewnanistanê: 9 bazirgan hatin destgîrkirin

Piştî trajediya koçberan a li Yewnanistanê, 9 kesên ji Misrê ku tê gotin bazirganê mirovan e, hatin destgîrkirin.

Çavkaniyên ewlekariyê yên Yewnan ragihandin ku 9 kesên ji Misrê bi gumana bazirganê mirovan e li Yewnanistanê hatine destgîrkirin.

Hate ragihandin ku yek ji kesên hatine destgîrkirin kaptanê keştiya noqî binê avê bûye.

Keştiya ku koçber û penaber tê de bûn di şeva 13 û 14'ê Hezîranê de li peravên Nîvgirava Peloponezê noqî binê avê bûbû. Li gorî bîlançoya fermî 79 kesan jiyana xwe ji dest dan. 104 kes hatin rizgarkirin. Ji kesên hatin rizgarikrin 47 jê ji Sûriyeyê, 43 jê ji Misrê, 12 jê ji Pakistanê û 2 jî Filistînî bûn.

Li Yewnanistanê ji bo sê rojan şîn hate ragihandin. Nayê zanîn ku di keştiyê de çend kes hebûn. Lê belê li gorî texmînên destpêkê yên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî 400 kes di keştiyê de bûn. Li gorî îfadeya koçberên hatin rizgarikrin jî herî kêm 750 kes hebûn ku derdora 100 ji wan zarok bûn.