Trajediya koçberan a li Derya Spî didome, YE xemsar e!

Pêla koçberiyê ya ber bi Ewropayê ve di ser Derya Spî re didome. Îtalya li pêşberî vê pêla koçberiyê xwe bi tenê dibîne.

Tenê çend rojên dawî, li peravên Lîbyayê zêdeyî 4.600 koçber hatin rizgarkirin. Koçber gihandin peravên Îtalyayê.

Hikumeta Roma jî zextê li welatên din dike ku bendergehên xwe vekin. Hikumeta Îtalyayê di hefteyên dawî de bangê li hevkarên xwe yên li Yekîtiya Ewropayê (YE) dike, ku bi rengekî berbiçav alîkariya wan bikin.

Hikumeta Roma dixwaze pêşî li koçberiyê bê girtin û koçberên li nava deryayê hatine rizgarkirin bi rengekî wekhev li welatan bên parêkirin.

Serokwezîr Paolo Gentîlonî hefteya bihurî daxuyaniyek da û got, kapasîteya Îtalyayê bêdawî nîne. Lê hevparên Îtalyayê red dikin ku bendergehên xwe vekin.

Ji bilî 4.600 koçberên nû yên gihandin peravên Îtalyayê, ji destpêka salê û vir ve 85 hezar koçber gihîştin Îtalyayê. Tê payin ku heta dawiya salê ev hejmara koçberan 200 hezarî derbas bike.

Servîsên îstîxbaratê yên Îtalyayê radigihînin ku zêdeyî 300 hezar kes niha hewl didin berê xwe bidin Îtalyayê.

Welatên Yekîtyia Ewropayê xwe nadin ber guhertina polîtîkaya koçberiyê. Derya Spî jî ji koçberan re dibe goristan.

Rêxistinên civakî yên sivîl, Yekîtiya Ewropayê weke yek ji berpirsyarên mirina koçberan dibînin. Tenê sala 2016'an herî kêm 5 hezar kesî li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara mirovên ji destpêka salê û vir ve jiyana xwe ji dest dane 2.100 derbas kir.