TPLF’ê careke din li herêma Tîgerê kontrol xiste destê xwe

TPLF’ê ragihand ku li herêma Tîgerê careke din kontrol xistiye destê. Gel bi daketina kolanan ew yek pîroz kir.

Ji mehên payîza bihorî heya niha Etiyopyayê ku êrîşî herêma Tîgerê dikir, hêzên dewletê vekişiyan û Eniya Rizgariya Gelê Tîgerê (TPLF) careke din ew herêm kontrol kir. Gelê herêmê daket kolanan û rewş pîroz kir.
Berdevkê TPLF’ê Getachew Reda ji Reuters’ê re axivî û ragihand, “Paytexta herêma Tîgerê Mekelle di bin kontrola me de ye.” Rayedarên dewletê jî di derbarê mijarê de ti daxuyaniyek nedane.
Şahidên rewşê dibêjin ku hejmarek zêde kes ku unîformaya TPLF’ê li berkiribûn li dora abîdeya ku ji şehîdan re hatiye pêşkêşkirin kom bûn, gel jî ji kêyfxweşiyê daket kolanan.
Şêniyên bajêr diyar kirin ku ew nebûne şahidê pevçûna li navenda bajêr. Encax li herêmê di navbera TPLF’iyan û artêşa Etiyopya de pevçûn derketibû. Her wiha ji beriya niha hêzên TPLF’ê pêşveçûna xwe ya ber bi bajêr domandibû.
Pevçûnên ku bi hefteyan dewam kir bû sedemê mirina bi hezaran û 2 mîlyon kes jî ji cihê xwe bibe. Encax pevçûnên di navbera artêşa Etiyopya û TPLF’ê bi rengekî rêkûpêk diqewimin.
Artêşa Etiyopya ji bo ku rêveberiya girêdayî TPLF’ê ji cihê xwe derxîne dest bi êrîşan kiribû.