Thûnberg li dijî yên wêne û navê wê bi kar tînin zend û bend ba dan

Aktîvîsta ciwan Greta Thûnberg ku li gelemperiya cîhanê xwedekar li dijî guhertina avhewayê xiste nava liv û tevgerê, li dijî bikaranîna nav û wêneyên wê li ser eşyayên diyariyan, kete nava liv û tevgerê.

Atkîvîsta Swêdî Greta Thûnberg ku li dijî guhertina avhewayê di serî de li Ewropayê li gelek welatan kir ku xwendekar dakevin qadan, li cîhanê êdî bûye navekî sembol. Hin fîrmayên ku bi vê yekê hesiyan, ji bo jê sûdê werbigirin eşyayên diyariyê bi wêne û navê Thûnberg amade dikin.

Thûnberg a 17 salî ji tasa avê heta tîşortan, ji qalikê telefonan heta pêlîstokan weke "obje"yekê tê bikaranîn. Thûnberg ji vê rewşê gelekî aciz bû. Thûnberg di meha Tebaxê de bangek kiribû û gotibû, "Min navê xwe neda ti şîrket an jî organîzasyonê ku bi kar bînin, bi wan nexapin."

Lê belê tevî vê daxuyaniya Thûnberg jî nav û wêneyê wê hîn jî li eşyayên diyariyê tên bicihkirin. Her wiha bi navê wê êdî li Ewropayê şîrketên avahîfirotin û sîgortayê jî hene. Eşyayên ku bi nav û wêneyên Thûnberg ên amadekirin bi buhayekî gelekî zêde tên firotin. Mînak, pêlîstokek ji rûyê Thûnberg bi 81 Euroyî, peykerê biçûk jî bi 40 Euroyî, kumê ji navê wê jî bi 30 Euroyî tên firotin.

THÛNBERGÊ SERÎ LI YEKÎTIYA EWROPAYÊ DA

Greta Thûnberg jî li dijî vê rewşê serî li Ofîsa Milkiyeta Fikrî ya Yekîtiya Ewropayê (EUIPO) da. Bi vê serlêdanê xwest ku li dijî yên nav û wêneyên wê bi kar tîne doz bê vekirin.

Greta Thûnberg di sala 2018'an de ku hingî 15 salî bû li ber avahiya parlamenta Swêdê pankartek bi nivîsa "Ji bo avhewayê boykota dibistanê" çalakiya rûniştinê kiribû. Thûnberg ji siyasetmedaran xwestibû ku li dijî guhertina avhewayê tavilê tedbîran werbigirin. Di demeke kurt de piştgiriyeke xurt di asta navneteweyî de ji Thûnberg re hatibû dayin.