Tewîlên kesk ên Banka Cîhanê ji 10 mîlyar dolarî derbas bûn

'Tewîlên kesk' ên Banka Cîhanê, ku ji bo fînansekirina projeyên enerjiya paqij li welatên bi pêş dikevin difiroşe, derketiye asta rekorê.

Li gorî daxuyaniya Banka Cîhanê, rêjeya tehwîlên kesk di sala 2008'an de pêşkêşî firotinê hatin kirin, gihîştiye asta 10 mîlyar û 50 mîlyon dolarî.

Li gorî vê yekê, bi saya 350 mîlyon tehwîlên ji aliyê şîrketa Swêdê ya bi navê Volksamê ve hatin kirîn, ev rêje 10 mîlyar dolar derbas kir.

Hatineyên ji van tehwîlan tê bidestxistin, di projeyên enerjiya paqij û dikare bê nûkirin ên welatên bi pêş dikeve, tên bikaranîn.

Banka Cîhanê her sal bi firotina 50 heta 60 mîlyon dolar tehwîlan re projeyên pêşveçûn û têkoşîna li dijî xizaniyê fînanse dike.