Tevî agirbestê jî li Xezayê mirov têne kuştin
Tevî agirbesta navebera Îsraîl û Hamasê şer û bomberdûman dewam dike. Hate ragihandin ku herî kêm 3 Fîlîstînî hatine kuştin.
Tevî agirbesta navebera Îsraîl û Hamasê şer û bomberdûman dewam dike. Hate ragihandin ku herî kêm 3 Fîlîstînî hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, roket ji Şerîda Xezayê hatine avêtin û weke bersiv ji vê êrîşê re bombe li rojhilatê bajêr hatine barandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber êrîşa ji Xezayê leşkerek bi sivikî birîndar bûye û bi topan li 7 nuqteyên leşkerî yên Hamasê hatiye xistin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Fîlîstînê hatin girtin, ji ber topbarana Îsraîlê herî kêm 3 endamên Hamasê mirine.
Li herêma sînor a navbera Şerîda Xezayê û Îsraîlê ku ji meha Adarê û vir ve dorpêçkirî ye, di xwepêşandanan de herî kêm 153 kes mirin.
Piştî şerê hefteya bihurî, Hamasê roja Şemiyê agirbest ragihandibû. Banga ji bo agirbestê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres ve hatibû kirin. Gûterres xwestibû ku bes roket, bafirok û balonên bi bombe ber bi Îsraîlê ve werin şandin.
5 rojan piştî ragihandina agirbestê, doh 'êrîşa bi roketan' û bomberdûmana bi topan hatin kirin.
Bi saya agirbestê, Îsraîlê ji 9'ê Tîrmehê roja Sêşemê û vir ve destûr dabû ku deriyê Kerem Şalom bê vekirin.