Tevgera Talîban: Bi DYE'yê re em ji diyalogê re hazir in

Lîderê Tevgera Talîban Hîbatûlah Ahûnzade ji bo cejna Remazanê hêviya xwe ji agirbestê birî, got bi DYE'yê re ew ji danûstandinê re hene.

Rêveberê Talîban ku kêm caran daxuyaniyan dide, Hîbatûllah Ahûnzade bi wesîleya qedîna Remezanê bersiv da bangên agirbestê. Ahûnzade, 2013'an piştî ku danêrê tevgera Talîban Mela Omer mir û Mele Ehter Mansûr kete şûnê û 2016'an ew jî bi amûra hewayî ya bêmirov a Emerîka hatî kuştin, hatibû ser Talîbanan.

Daxuyaniya Ahûnzade di demeke wiha de bû ku di navbeyna Emerîkî û Talîbanan de danûstandina hene û meha bihurî li Qetarê ti encamek derneketî, hate dayin.

Ahûnzade got, ''Deriyên danûstandinê û lihevrûniştinê vekirî ne'' lê bersiveke erênî neda banga agirbestê ya ji bo cejnê. Ahûnzade got, ''Bila kes ji me  hêvî neke ku aveke cemidî li eniyên sotîner ê têkoşîna cîhadê bike an jî berdêlê 40 salî yên ji bo armancê me dane, em ji bîr bikin.''

Talîbanan par ji bo cejna Remezanê ji bo sê rojan agirbest ragihandibûn. Serokkomarê Efganîstanê Eşref Ganî serê Gulanê pêşniyara agirbestê kiribû lê Talîbanan ev pêşniyar qebûl nekiribûn.