Tercîha destpêkê ya çepa Fransayê Mêlenchon e; Dibe ku Macron surprîzê bike
Tê dayîn di hilbijartinên Serokkomara Fransayê de, ku wê di meha Nîsanê de bê kirin, Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê winda bike.
Tê dayîn di hilbijartinên Serokkomara Fransayê de, ku wê di meha Nîsanê de bê kirin, Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê winda bike.
Li eniya rastgiran, wezîrê berê Emmaûel Macron ê ku berê xwe daye dengê çepa a navendî û hilbijêrên rastgir, rêjeya dengê xwe zêde kiriye. Hilbijêrên çep jî, ku ji polîtîkayên ji sala 2012'an û vir ve bêzar bûne, berê xwe dane Jean-Lûc Mêlenchon ku bi rexneyên xwe yên li dijî desthilatdariya PS balê dikişîne.
Li gorî anketa şîrketa Elabe ku ji bo kovara Les Echos û Radîo Classîqûe çêkir, di hilbijartina tûra destpêkê ya 23'ê Nîsanê de namzetê Komargerên rastgir (LR) Françoîs Fîllon û namzeta rastgiriya tund Marîne Le Pen ji tûra duyemîn re bimînin. Di anketê de ku ji gelek aliyan ve lêkolîn kir, Fîllon ji sedî 23 heta 28, Le Pen jî ji sedî 22 heta 24'an deng digirin.
Di anketê de tê dîin ku Wezîrê Aboriye yê berê Emmanûel Macron jî ji tûra duyemîn re dimîne. Eger PS a li desthilatdariyê bi Serokwezîrê xwe yê berê Manûel Valls tevlî hilbijartinê bibe, dengê Macron dadikeve ji sedî 18'an, eger bi namzetekî din beşdar bibe Macron ji sedî 24 ê dengan bi dest dixe.
Piştî ku Françoîs Hollande da xuyakirin, ku ew ê di hilbijartinên serokkomariyê de nebe namzet, PS ji bo namzetê xwe diyar bike, wê pêşhilbijartinê lidar bixe.
Namzetê herî xurt ê li eniya çep Jean-Lûc Mêlenchon e, ku tevî hilbijêrên ji PS xeyidîne, komunîst jî destekê didin wî. Di anketa Elabe de rêjeya dengê Mêlenchon di navbera ji sedî 12 û 15'an de ye.