Mîchel Temer, ku bi saya girtina ji wezîfeyê ya Dîlma Roûsseff bû serokdelwet, di çarçoveya berjewendiyên şîrketên mezin ên çandiniyê, daristanên Amazonê tine dike.
Temer bi rêya bernameyeke ku wê di demeke nêz de bixe meriyetê, wê dagirkeriya îllegal a li Amazonan qanûnî bike. Tê texmînkirin, ku xisara mezin a li Amazonan tê kirin, bi giranî ji aliyê şîrketên mezin ên çandiniyê ve tê organîzekirin.
Ji bo Mîchel Temer ji wezîfeyê bê girtin, wê di hefteya pêş de ji be îdîayên bertîlê dengdan bê kirin. Karekî din ê Temer ew e, ku nema dihêle ku erd ji xwecihiyan û neviyên koleyên berê yên Afrîkayê re bê dayin. Bi vî rengî tê plankirin ku pêşî li parastina Amazonan ku qada jiyanê ya gelên xwecihî ye, bê girtin.
Li gorî texmînan, Mîchel Temer dixwaze, bi saya piştgiriya lobiya çandiniyê ya li Meclîsê ji bo demekê li ser desthilatdariyê bimîne. Li gorî rêxistinên hawirdorparêz, herî kêm 211 ji 513 parlamenteran ji bo şîrketên di pîşesaziya çandiniyê de xwedî bandor in, karê lobî dikin.
Hin çavkanî radigihînin ku Temer bi dayina destûrê ji bo projeyên talankirina Amazonan, dixwaze ku dengdana li ser girtina wî ya ji wezîfeyê bê encam bimîne. Ji bo Temer ê bi bertîl û gendeliyê tê sûcdarkirin ji bo 6 mehan ji wezîfeyê bê girtin, divê herî kêm 342 ji 513 parlamenteran dengê erênî bidin.