'Têkoşîna li dijî destdirêjiyê ya dema şer, dema aştiyê pêk tê'

Bijîşkê Kongoyî Denis Mukwege yê ku bi têkoşîna xwe ya li dijî destdirêjî û tundiya zayendî ya li herêmên şer tê naskirin û ji ber vê têkoşîna xwe Xelatiya Aştiyê ya Nobelê wergirt got, têkoşîna rastî divê di dema aştiyê de bê kirin.

Bijîşk Mukwege yê Kongoyî ku di dema şerê navxweyî de bi deh hezaran mexdûrên destdirêjiyê tedawî kir, daxuaniyek da Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP).

Mukwege got, têkoşîna rastî ya li dijî destdirêjiyê de di dema aştiyê de dest pê dike û anî ziman, tevgerên mîna "MeToo-Ez jî" cesaret daye vê têkoşînê.

Mukwege yê ku roja Duşemê bi jina Kurd a Êzîdî re Xelatiya Aştiyê ya Nobelê bigire, ji ber xebatên xwe yê li klînîkeke rojhilatê Kongoyê ku ji sala 1989'an ve şerê navxweyî lê didome dixebite û ji ber van xebatên xwe xelatî wergirtiye.