Têkildarî qetlîama Berlînê kesek din jî hate girtin
Di çarçoveya lêpirsîna de ku têkildarî qetlîama hefteya bihurî ya li paytexta Elmanya Berlînê pêk hat, kesekî welatiyê Tûnûsê hate binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna de ku têkildarî qetlîama hefteya bihurî ya li paytexta Elmanya Berlînê pêk hat, kesekî welatiyê Tûnûsê hate binçavkirin.
Hat diyarkirin ku kesek bi hinceta têkiliya wî bi Anîs Amrî re heye, ku 19’ê Kanûnê li Sûka Noel a li Breîtscheîdplat a Berlînê bi TIR’ê êrîşek pêk anî û di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû, hate girtin. Kesê ku bi fermana Dozgeriya Federal hate binçavkirin, tê lêkolînkirin ku di dema êrîşê de têkiliya wî bi Amrî re heye yan na.
Hat diyarkirin ku li Berlînê di mal û cihê kar ê kesê gomanber de, ji aliyê polîsan ve lêgerîn hatiye kirin. Têpayîn ku têkildarî kesê hatî girtin wê sibehê biryar bê dayîn.
Anîs Amrî yê ku bûyî sedem qetilkirina 12 kesan destpêkê derbazî Hollanda, piştre li ser Fransayê re derbazî Îtalayê bû, di 23’yê Kanûnê de li nêzîkî bajarê Mîlano yê Îtalyayê di nuqteyeke kontrolê ya polîsan de hate kuştin. Derketibû hêlê ku têkiliya Amrî bi çeteyên DAIŞ’ê re hebû.
3 kesên ku di nav de xizmê Amrî jî heye li Tûnûsê hatibûn binçavkirin.