Tehranê DYE, Riyadê jî milîsên aligirên Îranê şermezar kir

Erebistana Siûdî êrîşên “terorîstî” yên li Iraqê li dijî hêzên DYE’yê şermezar kir. Îranê jî êrîşa DYE ya li dijî Tûgayên Hîzbûllahê şermezar kir.

Li Iraqê roja Înê li dijî baregehek leşkerî êrîşa bi roketan hate kirin ku zêdetirî 30 roket hate bikaranîn. Di êrîşê de Emerikîyek mir û leşkerekî Emerîkayê jî birîndar bû.

DYE’yê komeke nêzî Îranê ji êrîşê berpisyar dît û roja 29’ê Kanûnê li dijî 5 kampên Tûgayên Hîzbûllahê êrîş pêk anî. Êrîş li Iraq û Sûriyeyê pêk hat. Li Iraqê li 3 nuqteyan û li Sûriyeyê jî li 2 nuqteyan êrîş hate kirin û 25 milîs mirin. Hate ragihandin ku di nava kesên mirî de fermandarên milîsan jî hene.

Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Erebistana Siûdî SPA’yê rêveberiya Riyadê êrîşa li dijî DYE’yê şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Erebistana Siûdî zêdebûna êrîşên terorîstî yên li Iraqê bi fikareke mezin dişopîne. Êrîşên dawî ji aliyê milîsên terorîst yên Îran piştgirtiya wan dike li dijî hêzên Emerîkayê pêk hatin.”

Di dewama daxuyaniyê de Erebistana Siûdî êrîşên terorîstî yên ku serweriya Iraqê binpê dike, bandorê li ewlehî û îstîkrariya welat dike şermezar kir.

Ev daxuyanî beriya aligirên Heşdî Şebî li Iraqê êrîşî Sefaretxaneya DYE bikin, hate kirin.

Rêveberiya Îranê jî roja Duşemê daxuyaniyek dabû, nerazîbûn nîşanî bombebarana DYE’yê da bû û êrîş weke destketdayîna terorîzmê bi nav kiribû.