Tehran: DYE daxwaza ‘tolhildana bi pîvan’ kir

Rêveberiya Îranê ragihand ku DYE li wan geriyaye û daxwaza “tolhildana bi pîvan” kir.

Swîsreya ku nûnertiya berjewendiyên DYE li Îranê dike ragihand ku wana peyameke DYE ji Îranê re ragihandine.

Lê li gorî televîzyona dewletê ya Îranê Alîkarê Fermandarê Zêrevanên Şoreşê Alî Fadavî ragihand ku DYE gotiye “Eger hûn dixwazin tolê hilînin, bi pîvan bikin.”

Fadavî diyar kir ku DYE ne di wê pozisyonê de ye ku biryara bersiva Îranê bide û wiha domand; “Divê li benda tolhildaneke giran bin. Ev tolhildan wê bi Îranê re ne sînordar be.” Fadavî bang li tifaqên Îranê yên li Rojhilata Navîn kir û wiha got; “Ji bo girtina vê tolê amade bin.”

Fermandarê Îranê têkildarî çawa peyema DYE ji wan re hatiye ragihandin tiştek ne got.

Li gel Swîsreyê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf jî roja Înê diyar kiribû ku sefîrê Swîsreyî “peyameke pêkenî” ji wan re ragihandine.

Li ser vê rêveberiya Îranê gefa “Di dem û cihekî guncaw de ew ê tolhildaneke giran bigrin.” Xwar.

Piştî van gefan NATO’yê jî biryara rawestamd,ma hemû faîletên perwerdê yên li Iraqê da.