Tê gotin, 'Trûmp wê baca li ser malên ji Çînê zêdetir bike'

Tê gotin, baca ku DYA û Çîn li hemberî hev zêde kir wê girantir bibe.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp, baca ku bi hinceta 'valahiya mezin a bazirganiya derve' li ser malên Çînê zêde kir, wê berfireh bike.

Baca li ser malên ji Çînê tên kirîn niha bi 50 milyar dolarî hatiye zêdekirin. Tê gotin ku ev rêje wê bi 4 qatên din were zêdekirin. Li gorî nûçeya Bloombergê, Donald Trûmp biryar daye ku baca li ser malên ji Çînê yên bi 200 milyar dolarî tên kirîn, zêde bike.

Di nûçeyê de hate ragihandin, ev biryara ku wê bandoreke mezin li bazirganiya derve ya bi Çînê re bike, rojên bê wê were eşkerekirin.

Di çarçoveya biryar Trûmp de ji meha Tîrmehê û vir ve ji bo malên bi 50 milyar dolarî ji Çînê tên kirîn, bi rêjeya 25 ji sedî baca gumrukê hate zêdekirin. Çînê jî li hemberî vê yekê baca li ser malên ji Amerîkayê tên kirîn zêde kiribû.