Talîbanê ragihand ku Pencşîr bi dest xistiye

Hate ragihandin ku geliyê Pencşîrê yê ku li dijî Talîbanê heta niha li ber xwe dida, bi temamî kete destê Talîbanê.

Ji berdevkên Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd bi daxuyaniyekeke nivîskî got, "Bi vê serketinê re welatê me ji rewşa xitimandî ya şer bi temamî rizgar bûye."

Berxwedêrên li geliyê Pencşîrê li dijî Talîbanê li ber xwe didan, dawiya hefteyê ragihand ku windahiyên giran hatine dayin û ji bo agirbestê bang kiribûn.

Eniya Berxwedanê ya Neteweyî (UDC) roja Yekşemê li ser Twitterê peyamek parve kir û ragihand kur ojnamevanê navdar ê Efgan berdevkê UDC'ê Fehîm Daştî û general Abdul Wûdod Zara di şerê dawî de hatine kuştin.

Talîbanê jî roja Yekşemê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku gelek herêmên Pencşîrê ketiye bin kontrola wan, lê belê alîgirên UDC'ê li ser medya dîjîtal ev daxuyanî derewandibûn û diyar kiribûn ku şervanan xwe vekişandine herêmên çiyayî.