Talîbanê li gel muzakareyan dest bi pêngava biharê kir

Tevgera Talîbanê ya li Efganistanê, ji aliyekî ve bi DYE'yê re danûstandinan dike, li aliyê din dest bi pêngava biharê kir ku tê wateya destpêka serdema şer.

Berdevkê Tevgera Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd, li ser hesabê twîtterê belavokek weşand û got, "Wezîfeya me ya cîhadê hîn bi dawî nebûye."

Talîban li gorî şert û mercên demsalê, her sal bi rengekî kevneşop dest bi pêngava biharê dike. Lê belê salên dawî zivistanê jî êrîşên xwe domand.

Li aliyekî şer û êrîş didome, li aliyê din jî danûstandinên ji bo aştiyê. Hem Talîban hem jî hikumet dixwazin pozîsyona xwe ya li dora maseya danûstandinan li qada şer xurt bikin.

DYE'yê havîna 2018'an bi Talîbanê re gelek caran hevdîtin kir. Danûstandin hîn jî didomin. Heyetek ji mûxalîfên hikumeta Serokdewletê Efganistanê Eşref Ganî meha Sibatê li Moskowayê bi Talîbanê re hevdît kir. Tûra duyemîn a diyaloga bi Talîbanê re tê payin ku 19-21'ê Nîsanê li bajarê Doha yê Qatarê pêk were. Talîbanê heta niha hewldanên hevdîtina bi hikumetê re red kiriye. Li ser hevdîtinên bi DYE'yê re di daxuyaniya dawî de hatibû gotin ku gavên girîng hatine avêtin.