Talîbanê li Efganîstanê êrîş kir: Herî kêm 21 kes mirin
Li rojavayê Efganîstanê, ji ber êrîşa Talîbanê herî kêm 14 polîs û 7 milîsên alîgirê hikumetê hatin kuştin.
Li rojavayê Efganîstanê, ji ber êrîşa Talîbanê herî kêm 14 polîs û 7 milîsên alîgirê hikumetê hatin kuştin.
Berdevkê walîtiya eyaleta Badgîsê ku li ser sînorê Tirkmenîstanê ye, Talîbanê êvara Yekşemê êrîş bir ser du qereqolên ewlekariyê.
Li gorî daneyên fermî, 14 polîs û 7 milîsên alîgirê hikumetê hatin kuştin. Hate ragihandin, 15 êrîşkar hatine kuştin, 10 jî birîndar bûne.
Berdevkekî tevgera Talîbanê jî diyar kir, di êrîşê de 34 kes ji hêzên hikumetê hatine kuştin.