Talîbanê li Efganistanê êrîş kir: 6 polîs mirin

Li wîlayeta Sar-î Pûl ê li bakurê Efganistanê endamên Talîbanê êrîşî qereqolekê kirin û li vê derê 6 polîs mirin.

Rayedaran diyar kirin ku êrîşkaran bi çekên lazer êrîşî qereqola polîsan a li gundê Saîd Abad kirine.

Hate ragihandin ku di êrîşê de 6 polîs mirine û 3 polîs jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku piştî êrîşî yekîneyên takwiye hatiye şandin û endamên rêxistinê bi paş ve çûne.

Talîbanê jî diyar kir ku piştî êrîşê qereqol bi temamî ketiye bin kontrola wan.