Talîbanê leşkerekî Emerîkî kuşt
Di demekê de ku DYE û Talîban li hev rûdinên, hate ragihandin ku leşkerekî Emerîkî hatiye kuştin.
Di demekê de ku DYE û Talîban li hev rûdinên, hate ragihandin ku leşkerekî Emerîkî hatiye kuştin.
Hêzên Emerîkî ragihandin ku Duşemê leşkerekî wan hatiye kuştin, lê belê agahiyên berfireh parve nekirin.
Berdevkê Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd ji AFP'ê re axivî û diyar kir, li navçeya Çar Dara ya herêma Kûndûzê wesayiteke leşkerên Emerîkî ji aliyê Talîbanê ve hatiye teqandin.
Tê gotin ku kuştina leşkerê Emerîkî wê bandoreke mezin li hevdîtinên navbera Washîngtonê û Talîbanê bike. Hevdîtinên navbera her du aliyan zêdeyî saleke dewam dikin.
Di destpêka meha Îlonê de piştî ku 12 kes hatin kuştin ku yek ji wan leşkerekî Emerîkî bû, Serokê DYE'yê Donald Trûmp danûstandinên bi Talîbanê re rawestandibû. Heta daxuyaniya Trûmp atmosfereke welê hebû ku di her kêliyê de dibe ku bi Talîbanê re li hev bikin.
Trûmp di dawiya meha Mijdarê de bi daxuyaniyeke nû ragihand ku wê hevdîtinên bi Talîbanê re ji nû ve dest pê bikin. Li gorî projeya lihevkirinê ku di meha Îlonê de hate destnîşankirin, di berdêla vekişîna hêzên DYE'yî de Talîban wê garantiyên ewlekariyê bidin û bi hikumeta Efgan re diyalogê bikin.
Di nava meha Kanûnê de piştî êrişa li dijî nexweşxaneyeke li nêzî baregeha leşkerî ya Emerîkî ya li Bagramê ku li bakurê Kabîlê ye hevdîtin ji nû ve hatin rawestandin.
Tê gotin ku ji sala 2011'an û vir ve dema destpêkirina destwerdana DYE'yê li Efganistanê zêdeyî 2.400 leşkerên Emerîkî hatine kuştin.