Talîbanê banga diyalogê li Amerîkayê kir

Tevgera Talîban a li Afganîstanê bang li Amerîkiyan kir ku bi nûnerên wan ên li Qatarê re rûnên.

Tevgera Talîbanê piştî du salan yekemcar xwe da ber danûstandinê. Daxuyanî li ser malpera înternetê ya Talîbanê hate weşandin û wiha hate gotin, "Buroya Siyasî ya Afganîstanê ya Mîrnişînên Îslamê ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Afgan bang li rayedarên Amerîkî dike ku yekser pê re hevdîtinê bikin."

Ji sala 2013'an û vir ve nûnertiya Tevgera Talîbanê li Doha heye. Rêxistina Afganîstanê ji Adara 2016'an û vir ve red dikir ku tevlî danûstandineke ji bo aştiyê bibe. Bangên hikumeta Afganîstanê yên ji bo diyalogê, bi hinceta hebûna hêzên Amerîkî yên li Afganîstanê dihate redkirin.

Banga Tevgera Talîbanê beriya konferanseke li Kabûlê hate kirin. Roja Çarşemê wê bi navê "Pêvajoya Kabûlê" konferansek bê lidarxisti. Hîndîstan û Pakîstan jî di nav de nûnerên 25 welatên herêmê û sê rêxistinên navneteweyî wê di konferansê de amade bin. Hate gotin, di konferansê de wê mekanîzmayên aştiyê û têkoşîna li dijî terorê bên nirxandin.

Serokkomarê Afganîstanê Eşref Ganî diyar kir ku wê bi wesîleya vê konfearnsê planeke aştiyê eşkere bike.

Konferansa yekemîn meha Hezîranê ya par hatibû kirin, lê encameke berçav bi dest neketibû.

Tevgera Talîbanê beriya niha bi demeke kin ji gel û kongreya Amerîkayê re nameyeke vekirî nivîsîbû û gotibû, "Şer alternatîfek nîne, lê belê li ser me hate ferzkirin." Di daxuyaniya roja Sêşemê de hate gotin, "Divê Amerîkiyan û hevalbendên wan fêhm kiribin ku pirsgirêka Afgan bi rêbaza leşkerî nikare bê çareserkirin." Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Stratejiyên leşkerî yên 17 sal in didomin, şer girantir dike û emrê wê dirêj dike. Û ev yek bi kêrî kesî nayê."