Talîbanan li Efganistanê êrîş kir: Bi kêmanî 19 kes mirin

Di serdegirtina Talîbanan a li Efganistanê de polîs, leşker û milîsên alîgirê hikûmetê jî di nav de bi kêmanî 19 kes mirin.

Li eyaleta Tahrar a dikeve bakurê rojhilatê welat Talîbanan êrîş bire ser gelek nuqteyên polîsan û mala şefê polîsan. Rêveberê polîsên eyaletê Halîs Asîr ji AFP’ê re axivî û di vê serdegirtina bi qasî 6 saetan dom kir de 6 leşker, 13 polîs û milîsên alîgirên hikûmetê mirine.

Li gorî Asîr di dema êrîş pêk hat de li mala şefê polîsan jî merasîmek ya dawetê hebû.

Endamê meclîsa eyaltê Muhammed Azam Afzalî jî diyar kir ku şer bi qasî 7 saetan dom kiriye, 17 polîs û milîsên alîgirên hikûmetê mirine, her wiha Talîbanan gelek nuqteyên polîsan jî xistin di bin kontrola xwe de. Telîbanan heta niha ti daxuyaniyek nedane.

Şeva Yekşemê jî Talîbanan êrîşî nuqteyeke ya artêşa Afgan a li eyaleta Zabûl a dikeve başûrê welat kiribû û 6 leşker miribûn.

Ev şer di demekê de ku di navbera Talîban û hikûmetê de hevdîtinên muzakereyê dewam dike, qewimî.

Talîbanan 29’ê Sibatê li Doha di çarçoveya peymana li gel DYE’yê de diyaloga bi Kabîlê re qebûl kiribû. Diviya bû hevdîtin 10’ê Adarê destpê bikira, lê ji ber nelihevkirina têkiliyên kabîneya muzakereyê ya hikûmet û bi taybet guhertina girtiyan hate paşxistin. Hê dîrokek nû nehatiye diyarkirin.