Talîban tenê dixwazin bi Emerîkiyan re muzakereyan bikin

Nûnerên tevgera Talîban a Efgan piştî Çarşemê bi rayedarên Emerîkî re wê du caran hev bibînin. Tevgera Tablîan qebûl nakin ku bi nûnerên hikûmeta Efgan re rûnin.

Tevgera Talîban daxwaze hikûemta Efgan a hevdîtinê qebûl nekir. Talîban dibêjin raqîbên wan û muxatabê wan Emerîkî ne.

Li gorî Reutersê rayedarekî Talîban ê Efgan got, ''Vê carê em dixwzin bi rayedarên Emerîkî re Rûnin.''

Li gorî berpirsê Talîban, di danûstinan de, ku li Qatarê wê pêk were, wê li ser mijarên vekişîna hêzên Emerîkî, pevguherîna girtiyan û rakirina qedexeya geştê ya lîderên Talîban biaxivin.

Rayedarên Talîban dawiya heftiyê bi daxuyaniyekê diyar kirin, ji ber sedema ku nûnerên hikûmeta Efgan jî hatine vexwendin ew tevlî hevdîtina li Riyadê ya bi Emerîkiyan re nebûne.

Talîbanan xwestin ku muzakereyên cara 4'an a bi peywirdarê taybet ê Emerîkî Zalmah Xelîlzad re li Qatara pêk were. Li Qatarê nûneriya taybet a Talîbanan heye.

Berpirsekî Talîbang got piştî şêwrê Çarşemê li Dohayê ew ê bi nûnerê Emerîkî re rûnin û civîn wê 2 rojan bidome.

Hikûmeta Efgan jî helwestê nîşan dide û dibêje Talîban, wan ji pêvajoya aştiyê dûr digirin.