Talîban: Projeya me ya agirbestê tune!

Tevgera Talîbanê ya Efganistanê diyar kir ku di çarçoveya muzakereyên bi DYE’yê re projeya wan a agirbestê tune. Talîbanê diyar kir ku ew ê bi tenê asta şîddetê kêm bikin.

Tevgera Talîbanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Emerîkayê xwestibû ku şîddet were kêmkirin û em jî vê daxwazê dinirxînin. Medya jî agahiyên şaş dide ku qaşo wê agirbest pêk were.”

Hevdîtinên di navbera DYE û Talîbanê de bi qasî salekê ye didome û muzakere tê kirin.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp di dawiya meha Mijdarê de diyar kiribû ku hevdîtinên bi Talîbanê re dîsa hatiye destpêkirin. Lê di serê meha Kanûnê de li nêzî baregeha leşkerî ya Emerîkayê ya li bakurê Kabîlê êrîşî nexweşxaneyekê hatibû kirin. Piştî vê êrîşê hevdîtin hatibû sekinandin.

Ji sala 2011’an de dema ku DYE mudaxeleyî Efganistanê kiribû û heta niha tê diyarkirin ku 2400 leşkerên Emerîkayê hatine kuştin.