Talîban: Em girêdayî peymana bi DYE’yê re ne

Tevgera Talîbanê diyar kir ku ew girêdayî peymana bi DYE’yê re ya ku di meha Sibatê de hatibû îmzekirin.

Serokê Tevgera Talîbanê Heybetûllah Ahûnzade bi wesîleya Cejna Remezanê peyameke nivîskî weşand û got ku; “Em girêdayî peymana bi DYE’yê re ne.”

Di dawiya meha Sibatê de yek ji xala ku Talîbanê û DYE’yê li hev kiribûn ev bû ku divê hêsîrên di destê xwe de bi hev re biguhertina. Heke hikumet 5 hezar girtiyên Talîbanê berde divê Talîban jî hezar leşker û polîsên Efgan berda. Heta niha rêveberiya Kabîlê çend sed girtiyên Talîbanê berda û Talîbanê jî bi dehan kes berdan.

Ev gav nebûn sedema destpêkirina muzakereyan. Talîban jî li nav welat êrîşên xwe yên li dijî hêzên ewlehiyê didomîne.

Li gorî berpirsê hikumeta Efgan ji serê meha Adarê û heta niha Talîbanê 3800 êrîş kiriye û bi giştî 1300 kes mirine yan jî birîndar bûne.