Talabanî: Xaka Herêma Kurdistanê firotin dijminên Kurdan

Lîderê YNK'ê Bafil Talabanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê demeke dirêj e di bin rêveberiya yek partiyê de ye û destnîşan kir ku vê partiyê jî xaka Kurdistanê firotiye dijminên Kurdan.

Seroka Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talabanî bi wesîleya destpêkirina kampanya hilbijartinê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê peyamek bi dîmen weşand.

Lîderê YNK'ê bêyî ku nav bide bal kişand ser PDK'ê û ragihand ku Herêma Kurdistanê demeke dirêj e ji aliyê yek partiyê ve tê birêvebirin û vê partiyê jî Herêma Kurdistanê firotiye dijminên gelê Kurd.

Serokê YNK’ê di peyama xwe got, "Divê welatiyên me aramiyê hîs bikin, ne weke niha diron li ser asîman bifirin û rojane welatî bikujin û kes jî hemberî vê dengê xwe dernexe."

Talabanî di dewama peyama xwe de got ku hizba li Herêma Kurdistanê desthilat, rê nade Bexda mûçeyê karmendan bişîne û ev jî leyîstina bi welatiyane.

Talabanî da zanîn ku dema borî de Herêma Kurdistan li ser asta navneteweyî xwedî rêzdariyek mezin bû, ji ber ku azadî hebû, lê niha nivîskar û rojnamevan li ser nivîs û gotarên xwe tên girtin û bi terorê tên tewanbarkirin.

Di dawiyê de jî Bafil Talabanî got ku li gel wan ti cûdahiya navçeyên Herêma Kurdistanê nîne û eger welatî bawerî bidin, wê ti cûdahî jî nehêlin.