Meşa Enqereyê ya karkerên Fernasê destpê kir

Karkerên Soma Fernas Madencîlîk ên ji kar hatin dûrxistin, ber bi Enqereyê dest bi meşê kirin.

Li navçeya Soma ya Manîsayê, şîrketa Fernas Madencîlîk a ku xwediyê wê Parlamenterê AKP'ê Ferhat Nasiroglû ye, bi hinceta ku endamên sendîkaya Maden Îş a Serbixwe ne, gelek karker ji kar derxist. Karkeran li dijî vê yekê dest bi çalakiyan kirin.

Di vê çarçoveyê de karker û madenkar li ber avahiya sendîkayê li hev kom bûn û dest bi meşa ber bi Enqereyê kirin.

Beriya destpêkirina meşê Seroka Giştî ya Sendîkaya Maden Îş a Serbixwe Gokay Çakir daxuyaniyek da û destnîşan kir ku karker kole nîne, ew daxwaza mafên xwe dikin.