BI DÎMEN

Yên ku bi destê PDK'ê şehîd bûn -I: Şehîd Gernas

Şehît Gernas jiyana xwe ji têkoşîna azadiyê ya Kurd re kir feda; bi dilnizmî, sadebûn û welatparêziya xwe bû mînak. Di sala 1992'an de ji aliyê PDK û dewleta Tirk ve hate şehîdxistin.

ŞEHÎD GERNAS

Şehîd Gernas (Ebdulrehîm Mûsa) bû yek ji rûyê ronî yên têkoşîna azadiya Kurd û beşekî mezin a jiyana xwe ji bo gelê xwe kir feda. Gernas ku ji aliyê birayê xwe Ciwan Mûsa ve hat bibîranîn, bi hezkirina li hemberî mirovan, empatî û alîkarxwaziya xwe hat naskirin. Di salên zanîngehê de PKK’ê nas kir û ji bo mezinkirina hişmendiya civakî hewldaneke mezin da; li gundê xwe fealiyetên ku teşwîqî xwişk û biratî û jiyana bi hev re dike, kir. Gernas ê ku di sala 1992’an de ji aliyê PDK û dewleta Tirk ve hate şehîdxistin, jiyana xwe li gorî îdealên xwe yên şoreşgerî domand û bû yek ji kesayetên ku xizmetê civakê kir û şopa xwe hişt. 

HEZ JI MIROVAN DIKIR Û MIROVAN JÎ HEZ WÎ DIKIRIN

Bi sed hezaran şehîd hene ku bi tevlîbûna li nava Têkoşîna Azadiya Kurd berdêl dane, têkoşiyane û di oxira gelê xwe de şer kirine û nirx afirandine. Yek ji van şehîdan jî Gernas e. Birayê Şehîd Gernas, Ciwan Mûsa wiha qala birayê xwe dike; “Têkîlîdanîn û naskirina Şehîd Gernas rehet bû. Ne kesekî zor bû. Têkîlîdanîna wî ya bi mirovan re xurt bû. Di dema dibîstanê de jî têkiliyên wî yên jidil bi hevalên wî re hebûn. Ne xwedî kesayetekî ku bikaribe zirarê bide bû. Hez mirovan dikir û mirov jî hez Gernas dikirin. 

Di nava malbatê de jî yê herî dilnizim bû, gotina xwişk û birayên xwe, diya xwe û bavê xwe nedikir du carî. Êşandina mirovan nizanibû, ji bo nirxkirina mirovan ji çi destê wî dihat dikir. Bi ezim dixebitî. Têkçûn nas nedikir. Her karê ku dikir divê bi serkeftî ba. Ji bo Gernas karê rehet û zehmet tinebû. Çi dihat xwestin dikir; yanî alîkarxwez bû. Xwedî kesayetekî gihîştî bû. Guhdarkirinê dizanîbû. Empatiyê dikir. 

DI SALÊN ZANÎNGEHÊ DE PKK’Ê NAS KIR

Şehîd Gernas zarokekî Kurd bû ku di sala 1966’an de li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû û mezin bû. Şehîd Gernas ê wekî zarokekî serkeftî dihat nasîn, Endezyariya Elektîrîk û Elektronîkê xwend. Di sala 1990’an de jî tevlî PKK’ê bû.”

Ciwan Mûsa dema naskirina Şehîd Gernas bi Tevgera Azadiya Kurd re wiha tîne ziman: “Li gundê Dernê Axê ji yekî zêdetir partiyên siyasî yên Kurd hebûn. Gernas nêzî tu partiyan nebû. Salên zanîngehê li Qamişlo derbas kir. Di vê demê de PKK’ê nas kir. Ji hevrêtiya PKK’ê bandor bû. Wê demê xebatên ku dikir ji şêniyên gund re digot. Wan kom dikir û civînan çêdikir. Dem dihat derî bi derî digeriya û PKK’ê vedigot. Wisa difikirî ku divê pêşiya gundiyan malbata xwe birêxistin bike. Qala hevalan ji malbatê re dikir. Malbata wî her tim digot ku bêyî ku hevalan nas nekin, bi wan re tevger nekin gundî qaneh nabin. Difikirî ku bêyî ku bi malbata xwe re bi yek fikrî be, nikare bandor li ser gundiyan çêbike. Wisa jî kir. Pêşî me piştre jî gihişt gundiyên me. Di rêxistinkirina gundê Dernê Axê de xwedî kedeke mezin da. Di sala 1989’an de cara yekem li gund civîn çêkir û malbata wî jî di vê civînê de amade bû. Dema ku qala îdeolojiya Rêber Apo kir ev hem ji bo me hem jî ji bo civakê rewşekî nû bû. Têgînên ku hatin bikaranîn nû bûn.

JIYANA XWE FEDAYÎ ŞOREŞGERIYÊ KIR

Îlhamê ji navê Koma Berxwedan girt û li gund Koma Futbolê ya Berxwedanê ava kir. Gundî kom dikir û futbolê dilîstin. Armanca wî avakirina ruhekî kolektîf bû. Ciwan dihatin ba hev û zemîna nîqaşê çêdibû. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan zemînek dihat avakirin. Min hez guhdarkirina stranan dikir. Stranên ku min guh dida stranên dawetê bûn. Rojek bû şahid ku ez guhdarî van stranan dikim. Ji wê rojê şûnde qasetên Koma Berxwedan anî û got guhdarî van stranan bike. Gelek caran ji bo xwendinê broşur anî. Hewl dida ruhê şoreşgerî çêbike.”

‘DI SALA 1992’AN DE DESTÊ PDK KET XWÎNA GERÎLA’

Şehîd Gernas di sala 1990’an de ji bo perwerdeyên Rêber Abdullah Ocalan bigire, li Lubnanê tevlî Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz bû. Di 1’ê Gulana 1992’an de jî ji ber hevkariya PDK’ê ya bi dewleta  Tirk û xeta xiyanetê şehîd bû. Ciwan Mûsa derbarê şehadeta birayê xwe Gernas û hevkariya PDK’ê de wiha dibêje; “Piştî Akademiya Mahsûm Korkmaz du wêneyên wî gihiştin destê me. Piştî akademiyê firsendê me çênebû ku careke din hevdîtinê bikin. Di sala 1992’an de agahî hat ku li Heftanînê şehîd bûye. Wê demê PDK û dewleta Tirk weke roja îroyîn hevkariyê dikirin. Tê zanîn ku di encama xiyanet û hevkariya dewleta Tirk re destê PDK’ê ketiye xwîna gerîla. Yek ji van gerîlayan jî birayê min Gernas e.”

‘PDK LI GEL DEWLETA TIRK CIH DIGIRE’

Ciwan Mûsa destnîşan kir ku PDK’ê di roja îro de jî li dijî gerîla şer dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: Dema em li dîroka Kurdan a beriya 1992’yê û niha dinêrin, PDK bi xeta xwe ya xiyanetê tê bîranîn. Tu caran têkiliya xwe bi dewleta Tirk re xira nekiriye û li gel wan cih digire. Gerîla heta roja îro bi destê PDK’ê tê şehîdxistin, dawî li xiyanetê nehatiye. Ji xiyanetê zêdetir hevkarî çêbûye û ev jî nîşan dide ku PDK êdî bûye dewleta Tirk.”