Swîsre bûye navenda sîxurên Rûs û Çînî

Li gor servîsa îstixbaratê ya Swîsreyê, piştî şerê Ûkraynayê reqabet di navbera hêzên mezin de yekcar zêde bûye û Swîsre ku gelek rêxistinên navneteweyî lê ne, ji bo Rûsya û Çînê bûye cihê sîxuriyê.

Rêxistina Îstixbaratê ya Konfederasyona Swîsreyê (SRC), di rapoa xwe ya salan de got: ‘’Rûsyayê, pergala aştiyê ya li gor rêgezan a li Ewropayê, ser û bin kir.’’

NY’YÊ Û REHE’YÊ BANDORA XWE JI DEST DAYE

Di raporê de hat diyarkirin ku bandora Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê di çêkirina aştiyê û teşwîqkirina ewlehiyê de nemaye.

Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku bi şerê Ûkraynayê re reqabeta di navbera hêzên mezin de yekcar zêde bûye û ji ber ku rêxistinên navneteweyî lê gelek in, Swîsre bûye cihê sîxuriya Rûsya û Çînê.