Sûriye: Tirkiye êdî ne garantor e

Wezareta Karê Derve ya Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk rewşa xwe ya garantoriyê ya di çarçoveya Astanayê de winda kiriye û nerazîbûn nîşanî ‘daxwazên belavbûn û berfirehbûna Tirkiyeyê’ da.

Li gorî ajansa nûçeyan a Sanayê çavkaniyeke ji Wezareta Karê Derve ya Sûriyeyê diyar kiriye ku “Ligel ku di warê navneteweyî de hatiye şermezarkirin jî rejîma Erdogan li hemberî Sûriyeyê êrîşkar e.”

Wezareta Karê Derve got ku “Rejîma Tirk her cure alîkarî û piştgiriyê dide komên terorîst û hewldanên çareserkirina krîza Sûriyeyê jî hildiweşîne.”

Heman çavkaniyê got ku “Ji ber ku vê êrîşkariya dewleta Tirk li dijî biryarên Astanayê ye, garantoriya wê ya di çarçoveya Astanayê de hatiye sekinandin.”

Rayedarê wezaretê diyar kir ku ew êrîşkariya Tirkan red dikin û got ku “Hemû Sûriyeyî li hemberî êrîşkariya Tirk di bin alayeke neteweyî, ax û gel bûne yek.”