Sûkên çekan di destê şirketên DYE’î û Çînê de ne

Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Aştiya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) sala 2019’an di sûka çekan de behra herî mezin gihişte şirketên Emerîkî û Çînê.”

Sala borî ensîtutiya çakan a Emerîka ji sedî 61’ê firotina çekan radestî 25 hilberînên herî mezin ên cîhanê kirin. Çîn jî ji sedî 15.7 di rêza duyemîn de cih girt.

Mezaxtina kar a giştî ya van 25 şirketan ji sedî 8.5 zêdetir bû. Em rêje 5 qadî budceya salane ya Neteweyên Yekbûyî ya operasyonên aştiyê tê mezaxtin e.

Di nava 10 şirketên destpêkê de 6 Emerîkî û 3 jî Çînî hene. Di nava 10 şirketên destpêkê de tenê 1 şirketa Ewropî heye. Bi vî rengî şirketa Îngîlîz a bi navê BAE Systems di rêza 7 û Aîrbûs jî di rêza 12’an de cih girt.

Komên Emerîkî yên bi navê Lockheed Martîn, Boeîng, Northrop Grumman, Raytheon ve General Dynamîcs di 5 rêzên ewil de cih girtin.

Cara ewilê şirketekî Rojhilata Navîn a Emîrtiyên Erebên Yekbûyî Şirketa EDGE kete rêza 25’an. EDGE ji yekbûna 25 şirketan pêk hatiye.

Li gorî SIPRI’yê koma Dassaûlt a Fransî di rêza 38’an de daket rêza 17’an. Bi taybet bi firotina balafira şer a Rafale bal kişand.

Midûrê bernameya mezxatinên çek û leşkerî ya SIPRI Lûcîe Beraûd-Sûdreaû got: “Li gorî vê rêzkirinê di mezaxtina çekan a cîhanê de Çîn û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka gihişte wê rastiyê ku ev du dewletên herî mezin in.”

Sûdreaû anî ziman ku Ewropa hê pir belawela ye, berovajî şirketên Ewropî xwe bidin hev wê bigihêjin asta Emerîka û Çînê.