Sûdanî dixwazin dewra El Beşîr bi temamî bigirin

Partiya Kongreya Netewî (NCP) ya dîktatorê hilweşiyayî yê Sûdanê Omer El Beşîr hate feshkirin û dest li ser hemû malk û milkê wî hate danîn.

Pêrşemê Konseya Serwer û hikûmeta Serokwezîr Evdile Hemdok yasayeke nû qebûl kirin. Li gorî vê NCP hate fesihkirin û hemû mal û milkên wê hate desteserkirin.

NCP êdî tenê bi rengê partiya dîktatorê hilweşiyayî Omer El Beşîr ma. Tevgera civakî ya ku El Beşîr hilweşandî dixwest ku NCP were fesihkirin.

Bi yasayê re 10 salan tê qedexekirin ku rejîma El Beşîr û sembolên partiya di jiyana siyasî ya welêt de hebe. Li gorî metna yasayê ji bo ku mal û milkê NCP'ê were desteserkirin komîteyek wê were avakrin. Yasa bi ser navê, ''Tasfiyekirina rejîma 30'ê Hezîrana 1989'an'' e, ku wê dîroka ku Omer El Beşîr hatî ser desthilatê bi bîr dixe.

NCP jî hikûmetê tawanbar dike û dibêje ji bo ku heq ji krîza aborî derkeve dest li ser mal û milkê partiyê  tê danîn. Tevgera civakî ku Kanûna 2018'an dest pê kirî bi krîza aborî dest pê kriibû.