Subhî Bekir 15 mehe windaye

Subhî Bekir 15 mehe windaye

Welatiyê Kurd Subhî Hesen Bekir beriya 15 mehan ji bo kar ji mala xwe derket û şûnde ne zîvirî, Berkir ji wê demê ve hîn windaye.

Subhî Hesen Bekir di Şîrketa Ekspreks de ajovantî dikir. Bekir dema bi wesayîta şirketê berê xwe da bajarê Tertûs, hemû têkilî bi Bekir re qutbûn û tevî wesayîta xwe winda bû. Şîrketa Ekspreks tu agahî li ser bûyera windabûna Bekir ne da malbatê.

Subhî Hesen Bekir di 31’ê Çileya 1978'an de li gundê Mêska ya navçeya Raco ya Efrînê ji dayik bûye û bavê 3 zarokane.

Malbata Bekir bang li hemû kesên ku agahî li ser bûyera windabûna Bekir hebe bi riya van jimarên telefonê wan agahdar bikin: "0991007194 / 0217877843".