Spanya, hilbijartiyên Katalan ên li ber dagirkeriyê rabûn digire

Hikumeta Spanyayê ku biryar da hêzên xwe yên polîs ên li Katalonyayê vekişîne, hê jî alîgirên serxwebûnê û hilbijartiyên li ber dagirkeriya Spanyayê rabûn digire.

Piştî ku di hilbijartina parlamenta herêmî ya Katalonyayê ya hefteya bihurî de Partiya Gel a bi serkêşiya Serokwezîrê Spanyayê Marîano Rajoy bi derbeke mezin têk çû, operasyonên çavtirsandina alîgirên serxwebûnê dewam kirin.

Gelek siyasetmedarên Katalan ên di hilbijartina parlamentê de hatin hilbijartin girtî ne. Duh jî du hilbijartiyên herêmî hatin girtin. Li gorî daxuyaniya Dadgeha Edaleta Bilind a Katalonyayê, du endamên Partiya Namzetiya Yekîtiya Gel (CUP) ên Meclîsa Şaredariya Reûsê ku alîgirê serxwebûnê bûn hatine girtin.

Tişta ku hilbijartiyên bi navê Marta Llorens û Orîol Cîûrana pê tên sûcdarkirin jî nîşan dide ku hurmet ji azadiya fikir û îfadeyê re nayê dayin. Her du hilbijartî tên sûcdarkirin ku piştî referandûma serxwebûnê ya 1'ê Cotmehê mohra xwe danîne binê manîfestoyeke ku dixwaze polîsê Spanyayê bajarê Reûsê biterikînin.

Llorens û Cîûaran ji aliyê dozgeriyê ve bi îdîaya "gel teşwîqî kîn û nefretê kirine" tên sûcdarkirin.