Spanya hewl dide bi cezayê pereyan pêşî li vîna Katalanan bigire

Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê, ku bi israr e pêşî li îradeya gelê Katalan bigire, cezayên giran ên pereyan li gelek siyasetmedaran birî.

Katalonyayê ragihand, ku wê dest ji referandûma serxwebûnê ya 1'ê Cotmehê bernede. Polîsê Spanyayê jî roja Çarşemê gelek siyasetmedar binçav kiribûn. Gelê Katalan jî bi xwepêşandanên mezin ên protestoyî bersiv dabû vê êrîşa polîsan.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê, ku li gorî nêrîna hikumeta Spanyayê tevdigere, roja cezayên giran ên pereyan li rêveberên Katalan birî ku roja Çarşemê dîl hatin girtin. Li gorî biryarê, li 24 rêveberên payebilind ên cihê xwe di organîzasyona referandûmê de digirin, ji 6 hezar 12 hezar Euroyî cezayê pereyan hatiye birîn.

Li gorî agahiyan, cezayên pereyan wê heta 1'ê Cotmehê roja referandûmê derbas bibe. Dadgeha Destûra Bingehîn, ji sala 2015'an û vir ve cara yekê ye ku vê erka xwe bi kar tîne. Sala 2015'an di referomeke hiqûqî de erk ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hatibû dayin ku karibe ceza li karmend û otorîterên neteweyî û herêmî bibire, ya jî wan ji wezîfeyê bigire.

Roja Çarşemê, di operasyonên Wezareta Karên Hundir a Spanyayê de 14 rêveberên Katalan hatibûn binçavkirin û bi qasî 10 mîlyon pisûlayên dengan hatibûn desteserkirin.