Spanya bûye rêgeha nû ya koçberên qaçax

Piştî ku Îtalyayê sînorên xwe li keştiyên penaberan girt, ji bo koçberên qaçax ên dixwazin xwe bigihînin rojavayê Ewropayê, Spanya bûye rêgeha nû.

Rêveberiya Îtalyayê meha Hezîranê ragihandibû ku wan sînorê xwe li hemû keştiyên koçberên qaçax tê de ne girtine. Li ser vê yekê, penaberên ku keştî û botan ji Lîbyayê bi rê ketin, berê xwe dan welatekî din ê Derya Spî, Spanyayê.

Hate eşkerekirin ku herî dawî boteke ji 30 penaberan gihîştiye peravê Tarîfa yê Spanyayê. Li gorî dîmenê ku li medya civakî hate weşandin, piraniya kesên li botê, mêr in û ji hal ketine.

Penaberan beriya niha di ser Macarîstan û Xirvatîstanê berê xwe didan Ewropayê, lê belê piştî ku van welatan sînorê xwe girtin, vê carê berê xwe dan Îtalyayê. Ji ber biryardariya hikumeta Romayê ya ji bo neqebûlkirina penaberan, hejmara mirovên li Derya Spî mirin zêde bû.

Piştî Îtalyayê, zêdebûna hejmara penaberan li Spanyayê, rayedarên hikumeta Madrîdê xiste nava fikaran. Hate eşkerekirin ku heta nîvê meha Tîrmehê 18 hezar penaber di ser Derya Spî re xwe gihandine Spanyayê. Ev hejmar li gorî par bi sê qatan zêde bûye.

TÊ ÎDÎAKIRIN KU 50 HEZAR PENABER LI FASÊ LI BENDÊ NE

Li gorî agahiyên ji aliyê polîsên Spanyayê ve hatin dayin, 50 hezar koçberên qaçax ên Afrîkayî ji bo xwe bigihînin Spanyayê li Fasê disekinin. Li gorî nûçeya rojnameya El Mûndo ya Spanyayê, penaber hewl didin di ser Gîbraltarê bên.

Hate ragihandin, tenê roja Înê 627 koçberên qaçax ji aliyê ekîbên polîsan ve hatine girtin. Di nava çend hefteyên dawî de rojane 500 penaber ji aliyê ekîbên polîsên Spanyayê ve hatin girtin.

Saziyên penaberan jî diyar kirin ku penaberên li Spanyayê hatin girtin, di nava şert û mercên giran de tên girtin. Saziya Mafên mirovan APDHA diyar kir ku li Ceûta, Melîlla û herêma Andalûsîens a li başûrê Spanyayê, li kampên penaberan cih nemaye û bang li hikumeta Madrîdê kir ku tavilê tedbîran bigire.