Sozên Merkel û Schûlz ên li ser avhewayê ji holê rabûn

Li Elmanyayê hewldanên ji bo avakirina koalîsyona mezin dewam dike. Tê gotin, Armancên Avhewayê yên 2020'an ku sala 2007'an ji aliyê heman hikumeta kaolîsyonê ve hate qebûlkirin, wê bên terikandin.

Di nûçeya ku ji aliyê koma medyayê ya bi navê RedaktionsNetzwerk Deutschland ve hate weşandin de bal hate kişandin ser mijara avhewayê ya di hevdîtinên navbera CDU û SPD.

Di nûçeyê de işaret bi Armancên Parastina Avhewayê ya 2020'an hate kirin ku ji aliyê 'koalîsyona mezin' a CDU û SPD ya salên 2005-2009'an ve hate qebûlkirin û hat destnîşankirin ku ev armanc wê bi cih neyê anîn. Li gorî nûçeyê, pisporên her du partiyan di wê baweriyê de ne ku nepêkan e heta sala 2020'î bi rêjeya 40 ji sedî belavkirina kardonîoksîtê were kêmkirin.

Di hevdîtinên koalîsyonê de tê xwestin ku ev armanc ji nû ve were nirxandin û weke armanceke nû, heta sala 2030'î 55 ji sedî belavkirina karbondîoksîtê were kêmkirin.

PARTIYA ÇEP: WÊ ÇI BI SOZA MERKEL A HILBIJARTINÊ WERE?

Armanca ji bo kêmkirina belavkirina kardondîoksîtê herî dawî weke soza hilbijartinê ya Serokwezîr Angela Merkel hatibû bilêvkirin. Parlamenterê Partiya Çep û pisporê avhewayê Lorenz Gosta Beûtîn destnîşan kir ku destberdana ji armanca 2020'an tê wateya destberdana ji sozên hilbijartinê yên Angela Merkel. Beûtîn bi bîr xist ku hem Merkel hem jî lîderê SPD'ê Martîn Schûlz beriya hilbijartinê ev soz gelek caran dabûn.