Sirbistan: Efserên Rûs bi dizî endamên artêşa Sirp dîtin

Serokkomarê Sirbistanê Aleksandar Vucîc xebatên bi dizî yên îstîxbara leşkerî ya Rûs ya bi endamên artêşa Sirp re piştrast kir.

Li Sirbistanê ku li Balkanan tekane hevalbendên Rûs in, beriya niha di hin dîmenên çapemeniyê de derketibû holê ku îstîxbarata leşkerî ya Rûs bi leşkerên Sirp re têkilî  danîbû.

Serokkomar Vûcîc ku piştî kombûna Konseya Ewlehiya Netewî axivî  rastbûna dîmenan piştrast kir. Li gorî agahiyên ku  Vucîc dayî alîkarê ataşeyê leşkerî yê Rûs ê li Belgradê Georgî Kleban û bi kêmanî 2 rayedarên leşkerî yên Rûs bi endamÊn artêşa Rûs re hatin cem hev. Vûcîc qebûl kir ku ev hevdîtinên bi dizîka ji 2017'an û vir ve gelek caran bi leşkerên cuda çêbûne.

Di dîmenên çapemeniya Sirp de rayedarê leşkerî yê Rûs Georgî Kleban di nav kîsekî de pereyan de dide leşkerê Sirp. Vucîc her wiha agahî da ku Kleban 24'ê Mijdara 2018'an jî bi rayedarekî leşkerî yê bi navê Z.K re jî axiviye.

Nayê payin ku ev hevdîtinên bi dizîka ve yên di navbeyna du welatan de li Sirbistanê rê li ber guherîneke mezin a polîtîk bike. Vûcîc ku plansaziyê wê dike 4'ê Mijdarê li Moskowê bi lîderê Rûs Pûtîn re rûne, diyar kir, tiştên ku bûne wê nebe sedema guherîna polîtîkayekê.