Sîntî û Romanên hatin qirkirin, hatin bîranîn

Ji bo roja bîranîna qirkirina Sîntî û Romanan ku li kampa komkirinê ya Naziyan Aûschwîtzê hatin qetilkirin, merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Yek ji qurbaniyên Elmanya Nazî, Sîntî û Roman bûn. Bi hinceta ku "ew ji nijadê jêrîn in" di dema Şerê Cîhanê yê 2'emîn de li kampên Naziyan ên li Macaristan, Polonya û Çekoslovakyayê hatin qirkirin. Tê texmînkirin ku ji 200 hezar heta 250 hezar mirovên Sîntî û Roman ji aliyê Nazin ve hatin kuştin.

Lê belê li gorî hin çavkaniyan 500 hezar Sîntî û Roman hatine kuştin. Wan, bûyerên bi serê wan ve hatin bi gotina "porjmos" (parçebûnê) pênase kirin. Ev qirkirina li Sîntî û Romanan hate kirin demeke dirêj ji aliyê Elmanya û welatên rojavayî ve nehate qebûlkirin. Yekemcar di sala 2012'an de li Berlînê di merasîmekê de ku Serokwezîr Angela Merkel jî lê amade bû Sîntî û Roman hatin bîranîn û peykerek ji bo vê hate vekirin.

Piştre jî sala 2015'an Parlamenta Ewropayê ji bo balê bikişîne ser qirkirina Sîntî û Romanan 2'ê Tebaxê weke "Roja bîranîna Holokosta Sîntî û Romanan a Ewropayê" ragihand. Hilbijartina 2'ê Tebaxê ne tesadûfî bû. Ji ber ku di şeva 2 û 3'ê Tebaxa 1944'an de Naziyan li kampa Aûswîtz-Bîrkenaû ku weke "Kampa Qereçiyan" dihate binavkirin, li odeyên gazê 4300 Sîntî û Roman kuştin.

Piştî biryara Parlamenta Ewropayê, welatê destpêkê yê ku 2'ê Tebaxê qebûl kir Polonya bû. Aûswîtz ku weke sembola komkujiyên Naziyan tê naskirin niha di nava sînorên Polonyayê de ye.

'AÛSCHWÎTZ JI BO ME GORISTANEKE'

Bi wesîleya 2'ê Tebaxê li Aûschwîtzê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Tevî nûnerên Sîntî û Romanan, îsal yekemcar nûnerên saziyên olî yên Yahûdî û Xiristiyan jî tevlî bûn. Serokê Konseya Sîntî û Roman a Elmanyayê Romanî Rose li merasîmê axivî û got, "Aûschwîtz bi qasî ku ji bo Yahûdiyan goristaneke ji bo me jî goristaneke."

Rose diyar kir ku bîranîna qurbaniyên rejîma Nazî wê têra têkoşîna li dijî nijadperestî û îdeolojiya Nazî neke û xwest, dawî li cihêkariya li Ewropayê li Sîntî û Romanan tê kirin bê anîn. Edward Paczkowskî ku yekem Sîntî û Romanê ji Aûschwîtzê bi saxî rizgar bû û niha sax e, beşdarî merasîmê bû û axivî.

Serokê Meclîsa Federal a Elman Wolfgang Schaeûble jî bi rêya vîdeo konferansê beşdarî merasîmê bû û got, "Bîranîna Sîntî û Romanan a piştî rawestandina bi dehan salan ji bo me Elmanan divê cihê şermê be."

JI KAMPÊ TENÊ 300 SÎNTÎ Û ROMAN RIZGAR BÛN

Li kampa komkirinê ya Aûschwîtzê ku zêdeyî milyonek mirov bi rêk û pêk lê hatin kuştin, tê texmînkirin ku 23 hezar Sîntî û Roman ji welatên Ewropayê ber bi kampê ve hatin şandin. Dema ku artêşa sor di 27'ê Çileya 1945'an de kamp rizgar kir, ji Sîntî û Romanên li kampê dîl girtî bûn tenê 300 kes sax mabûn.