Serokwezîrê Iraqê îstifa dike, xwepêşandanên kêfxweşiyê destpê kirin

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebudlmehdî piştî xwepêşandanên bi qasî du meh in dewam dike neçar ma ku îstifa bike. Li Qada Tehrîr a Bexdayê xwepêşandanên kêfxweşiyê tên kirin.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî piştî rojeke bi xwîn tije îstifaya xwe pêşkêş kir. Piştî îstifaya Ebdulmehdî xwepêşanderên ku bi qasî du meh in li Qada Tehrîr a dagirkiribûn xwepêşandanên kêfxweşiyê dikin.

Di 1’yê Mijdara 2019’an de li Bexda û gelek bajarên din ên Iraqê li dijî gendelî, bêkarî û tunebûna xizmetguzariyê xwepêşandan hatibûn destpêkirin û hîn jî berdewam dikin. Di van xwepêşandanan de heta niha nêzî 400 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi hezaran jî birîndar bûn. Her wiha gelek ziyana madî derketiye holê.

Li ser xwepêşandanan duh êvarê Serokê Koalîsyona Saîrun Muqteda El-Sedir daxuyaniyek dabû û bang li hikûmetê kiribû ku îstîfa bike.

Her wiha parlamentoyê jî biryara civîna awarte girtibû.