Serokwezîrê Filistinê banga boykotkirina plana ‘aşitî’ ya Trûmp kir

Serokwezîrê Filistinê Mûhammed Îştiyye bang li civaka navnetewî kir ku “Plana aştiya Rojhilata Navîn” ya Serokê DYE Donald Trûmp boykot bikin.

Tê payîn ku rêveberiya DYE di saetên pêşiya me de plana xwe ya têkildarî pirsgirêka Filistin-Îsraîlê eşkere bike. Filistiniyan gotin ku plan aligrê Îsraîlê ye û nerazîbûnan nîşan didin.

Çavkaniyên Filistinê diyar dikin ku di plana heta niha nehatî eşkere kirin de Geliyê Urdun û koloniyên Yahûdî yên li Rojavayê Şerîa bi Îsraîlê ve girê bidin û Qûdisê weke paytexta yekane ya Îsraîlê were naskirin.

Mûhammed Îştiye wiha got; “Em bang li civaka navnetewî dikin ku plana wan hevpar be, ne li gorî hiqûqa navnetewî ye û mafên gelê Filistinê ne yê firotinê ye.”

Îştiyye wiha jî got; “Plana vê hedefê ew e ku Trûmp ji kar neyê girtin û Netanyahû ji girtîgehê rizgar bike. Ev ne plana aşitî ya Rojhilata Navîn e.”